Di navbera HSD û çekdaran de ser: Kustî û birîndar hene

21 tebax 2024 19:35
Di navbera HSD û çekdaran de ser: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Minbicê yê dikeve bakurê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve şer û pevçûnan derket.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di şer û pevçûnan de, 2 çekdar hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin ku birînên wan giran in.

SOHRê daye zanîn ku şervanek û 2 sivîl jî birîndar bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji sala 2022yan ve gefa êrîşa ser Minbicê li HSDê dixwe ku û Heleb, Reqa û Rojavayê Kurdistanê digihîne hev.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2016an ve bajarên Efrin, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ligel komên çekdar dagir kirine.