Di navbera filistîniyan û Îsraîlê de agirbest pêk hat

06 gulan 2019 11:44
Di navbera filistîniyan û Îsraîlê de agirbest pêk hat

PeyamaKurd-  Li gorî nûçeya televizyona Tevgera Hamasê, el-Aksayê di navbera filistîniyan û Îsraîlê de agirbest pêk hat.

Li gorî nûçeyê ku xwe dispêrê çavkaniyeke nepen, agirbestê li gorî dema herêmî saet 4.30an dest pê kiriye.

Ebu Mücahid el-Brim li ser navê ‘Komîteyên Berxwedana Gel’ ku yek ji komên çekdar ên li Xezzeyê ye axivî û diyar kir ku hewildanên NYyê û Misirê bi kêr hatine û ev encam derketiye holê. El-Brimî aşkere kir ku agirbest wê îro danê sibehê bikeve meriyetê.

Derbarê agirbestê de aliyê îsraîlî tu daxuyanî nedaye lê rayedarekî îsraîlî ku beşdarî hevdîtinên dabînkirina agirbestê bûbû dabû zanîn ku pêkan e di çend demjimêrên pêşde agirbest were ragihandin.