Di kustina Narîn Guran de gesedaneke nû!

07 cotmeh 2024 13:01
Di kustina Narîn Guran de gesedaneke nû!

PeyamaKurd – Di lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ya ku 19 roj piştî wendabûna wê li taxa Tavşantepe ya gundewarî ya Diyarbekirê cenazeyê wê hat dîtin de, geşedaneke nû derket holê.

Narîn di odeyeke mala xwe de hat qetilkirin!

Ferît Demîrê ji HalkTVyê diyar kiriye, li gorî delîlên ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li mala Narîn Guran berhev kirine û encamên DNAyê yên ji delîlan hatine bidestxistin, derketiye holê ku Narîn Guran di odeyeke mala xwe de hatiye qetilkirin.

Li gorî îdiayên di nûçeyê de hatin girtin, li gorî agahiyên ku dozgerên lêpirsînê bi dest xistine, ji bo gelek delîlên di malê de hatine îmhakirin, gelek rêbaz hatine bikaranîn.

Herwiha hat diyarkirin ku eşyayên malê, cil û berg û xalîçeyên malê bi rêbazên taybet hatin şuştin. Tevî hewldana tinekirina hemû delîlên di malê de, hat hînbûn ku li ser hin tiştan DNA hatiye tespîtkirin.

Di çarçoveya tesbît û delîlên ku hatin bidestxistin de Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê destnîşan kir ku Narîn di 21ê tebaxê de piştî ku çûye malê çend deqeyan bi xeniqandinê hatiye kuştin.

Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê meşandin de 12 kesên ku wek gumanbar hatibûn desteserkirin hatin girtin û pişt re hatin berdan, hat hînbûn ku tesbîtkirina qeydên HTS yên ji operatorên GSMyê yên ku nimreyên têlefonên desta yên gumanbar û gumanbarên din ên ku li benda darizandinê hatin berdan bi wan ve girêdayî ne û qeydên HTS yên teng ên ku ji hêla pisporan ve hatine çêkirin temam bûne û li gorî vê gelek agahî zelaltir bûn.

Ap Salim Guran berê çûbû malê

Li gorî qeydên teng ên HTSê hatin bidestxistin, ap Salim Guran ê girtî beriya ku Narîn di saet 15.15an de were malê birayê wî Arîf Guran li mala xwe bûye, dema Narîn hatiye malê li wir bûye û piştre ji malê derketiye û di navberên kurt de herî kêm 3 caran ketiye hundir.

Di navbera Yuksel Guran û Salîm Guran de 3 telefon

Herwiha hat diyarkirin ku di navbera saet 15.20-15.35an de di navbera dayika Yuksel Gûran û Salim Gûran de 3 caran bi telefonê axaftin çêbûye. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di encama tesbîtên di qeydên teng yên HTSyê yên Hediye Guran, Maşallah Guran û Nevzat Bahtiyar de hatine kirin, hat diyarkirin ku piştî saet 15.15an dema Narîn hat qetilkirin di demek pir kin de kesa ewil hat mala Arif Guran Hediye Guran e û piştre Nevzat Bahtiyar û Maşallah Guran jî hatine malê di navberên pir kurt de.

Hat tesbîtkirin ku Maşallah Guran û Hediye Guran ji saet 15.15an heta saet 19.00an gelek caran hatin mala Arif Guran û di malê da av ji pîvanên diyarkirî zêdetir hatiye bikaranîn.