Di Kûpaya Cîhanê de Spanya bû yekem fînalîst
Di nîv fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê de, Spanyayê bi skora 2-0 Fransayê têk bir û derbasî fînalê bû.
RûpelNews - Fînalîstê yekem ê Kûpaya Cîhanê di maça di navbera Fransa û Spanyayê de diyar bû. Maça ku li Stadyuma Dallasê ya bi 70 hezar kesî hatibû mazûvanîkirin, ji aliyê hakemê Slovakî Ivan Barton ve hat birêvebirin.
Di deqeya 20an de, piştî ku Lucas Digne dema hewl dida gogê kontrol bike Yamal xist xwarê û li ser vê penaltiyek ji bo Spanyayê hat dayîn. Mikel Oyarzabal ê fitbolîstê Spanyayî berê xwe da penaltiyê û gol avêt û tîma xwe xist pêş. Nîveka yekem bi encama 1–0 bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de bi gola Pedro Porro Spanyayê, bi 2-0 ket pêş û lîstik bi vê encamê bi dawî bû.
Spanya ku bi 2-0 bi ser ket, gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê. Tîma Spanî dê di fînalê de bi serketiyê maça Arjantîn û Îngilîstanê re bilîze.
