Di hilbijartinên Tirkiyê de HDPê bend derbas kir

24 hezîran 2018 22:09
Di hilbijartinên Tirkiyê de HDPê bend derbas kir

Peyamakurd - Li gorî encamên ne fermî ku medyaya Tirkiyê eşkere dike, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn da ji benda ji sedî 10ê bihurî.

Li gorî encamên ne pesendkirî, li tevahiya Tirkiyeyê ji sedî 78yê sindoqan hatin vekirin û ray hatin jimartin. Li gorî vê, HDP ji bendê debas bû.

Li gorî encamên sindoqên ku heta niha hatine vekirin, HDP 65 parlamenteran dişîne Meclisê.