Di êrîşeke çekdarî de bav û kur hatin kuştin

06 hezîran 2026 21:44

Li navçeya Kozan a Edeneyê, di êrîşeke çekdarî de bav û kurê wî hatin kuştin.

Di êrîşeke çekdarî de bav û kur hatin kuştin

RûpelNews - Bûyer li taxa Aydin a navçeyê qewimî. Li gorî zanyariyan, dema ku Alî Ersoy (55) û kurê wî Omer Ersoy (29) li zeviya xwe genim diçinîn kesekî bi navê E.K., bi traktorê hat cihê bûyerê û êrîşî wan kir.

Alî Ersoy ji ber guleyên tivingeke nêçîrê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Omer Ersoy, ku bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû hewldanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê, cihê ku ew lê hatibû veguhestin, nekarî were rizgarkirin.

Gumanbar hat girtin

Gumanbar E.K., ku piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviyabû, piştî operasyoneke tîmên jandarmayê hate girtin û binçavkirin.

Tê îdiakirin ku dijminên hevbûn

Di vê navberê de, hatiye îdiakirin ku keça E.K. nêzîkî du sal berê li pey kureke Alî Ersoy xwe dabû revanê û zewicî bû. Hat ragihandin ku ev bûyer bûye sedema dijminatiyê di navbera her du malbatan de.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.