Di êrîsa Îsraîlê de efserekî din ê Îranê hat kustin

02 nîsan 2023 15:39
Di êrîsa Îsraîlê de efserekî din ê Îranê hat kustin

PeyamaKurd - Medya Îranê ragihand ku efserekî din ê Pasdarên Îranê li Sûriyê di encma êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin.

Ajansa Mehr a Îranê daye xuyakirin, şêwirmendê leşkerî yê Pasdarên Îranî Miqdad Mehqanî, di êrîşeke moşekî ya Îsraîlê li ser Şamê de birîndar bûye û piştre ji ber giraniya birînên xwe, can daye.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê rojên 30 û 31ê Adarê li ser Şamê êrîşên asmanî pêk anîn ku SOHRê di encamê de 5 efserên di nava milîsên Îranê de hatine kuştin ku yek ji wan kesekî pilebilind bû. Miqdad Mehqanî jî duyem efserê pilebilind e ku di wan êrîşan de hatiye kuştin.

Herwiha îro derengiya şevê jî Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê Beyrûtê ve bi moşekan êrîşî hin xalên li parêzgeha Humsê kir ku li gorî medya fermî ya Sûriyê 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûne.