Di êrîsa balafira hevpeymaniyê de berpirsê koma 'Huras el Dîn' hat kustin

03 nîsan 2023 23:12
Di êrîsa balafira hevpeymaniyê de berpirsê koma 'Huras el Dîn' hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, li Idbilê berpirsekî koma Huras Dîn a Tirkiye piştevaniya wan dike, hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Kefên-Kelelî ya li bakurê Idlibê êrîşa balafireke bêmirov a biçek ku tê texmînkirin a Hevpeymaniya Navdewletî ye pêk hat û di encamê de kesekî nenas hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên belav bûne, di êrîşê de berpirsekî koma ‘Huras el Dîn’ bi navê Xalid Ebdullah El Xilêf ku ji aliyê Tirkiye ve piştevaniya wan tê kirin, hatiye kuştin.

24ê Sibatê jî balafireke bêmirov û Hevpeymaniyê li ser rêya Dêr Hesan-Qah a bakurê Idlibê 2 çekdarên DAIŞê kiribûn hedef û berpirsê bi navê Ebû Sara El Iraqî ligel alîkarê xwe hatibûn kuştin.