Di erdheja Xoyê de 2 kesan can da, herî kêm 122 kes birîndar bûn
29 rêbendan 2023 13:27
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama erdheja şeva borî de ku navenda wê bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bû, herî kêm du kesan can daye û 122 kes jî birîndar bûne.
Medya Îranê daye xuyakirin, di encama erdheja bi tundiya 5,9 de, li bajarê Xoyê gelek avahî hilweşiyan ku li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan can daye û 122 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku piştî erdheja mezin bi dehan erdhejên din ên paşgo li herêmê rû dane.
Erdheja ku navenda wê bajarê Xoyê bû, li çend bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin ku li gorî zanyariyan di encamê de ti ziyanên madî û canî çênebûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Erdheja Hatayê li Sûriyê jî xist: Herî kêm 470 kes birîndar bûn
21 sbt 2023
Cîhan
Di erdheja Tehranê de 2 kesan can da, 33 kes birîndar bûn
08 gln 2020
Jiyan
Bîlançoya herî dawî ya erdhejan: 20 hezar û 665 kesan wefat kirin
11 sbt 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin