Di erdheja Tehranê de 2 kesan can da, 33 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Di encama erdhejekê de ku îro li paytexta Îranê Tehranê rû da û tundiya wê 5,1 bû, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ragihand, li herêma Demavand a paytextê, li saet derdora yekê şevê bi pileya 5.1 erd hejiya ku kûrahiya wê ya erdzemînê 7 kîlometre ye.
Berdevkên Saziya Rewşên Lezgîn a Îranê Mucteba Halîdî piştî rûdana erdhejê ragihand ku tîmên destpêkê yên alîkariyê çûne herêmê û li gorî zanyariyan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûne.
Serokê Komîteya Kontrola Krîzan a Îranê, Îsmaîl Necar jî ji ajansa fermî IRNA re ragihandiye, zilameki 60 salî dema bi revê ji mal derketiye, ji serê xwe birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkên Saziya Rewşên Lezgîn a Îranê Mucteba Halîdî jî daye xuyakirin, “Ji bilî wî zilamê kal ê 60 salî, jineke 21 salî jî bi sedema tirsê û sekta dil, jiyana xwe ji dest daye.”
Di encama erdheja ku xelkê ji tirsa şeva xwe li derve derbas kiriye ziyanên madî jî çêbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin