Di doza Gulîstan Doku de 2 kes hatin girtin
Di lêpirsîna li ser windabûna keça Kurd Gulîstan Doku de ku xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê bû, gumanber Erdogan Elaldî jî hat girtin. Bi vî awayî hejmara girtiyan bû 2 kes.
RûpelNews - Lêpirsîna li ser windabûna Gulîstan Doku bi berfirehî berdewam dike.
Gumanbar Erdoğan Elaldi yê ku hat diyarkirin herî dawî bi Gulîstan Doku re ketiye pêwendiyê li Dêrsimê îfadeya xwe da dozgeriyê. Dadgehê piştî wergirtina îfadeyên wî bi hinceta 'kuştina bi qestî' der barê Elaldi de biryara girtinê da û ew şandin zindanê.
Elaldi li Dêrsîmê dema walitiya Tuncay Sonel ê ku demekê qeyyûm bû jî li bajêr wek karmendekî payebilind kar dikir û hat diyarkirin hevalê herî nêzîk Sonel bû. Kurê Sonel jî di nav 4 gumanbarên desteserkirî de cîh digire.
Berê niha jî polêsê berê Gokhan Ertok ku wek gumanbar hatibû desteserkirin hatibû girtin. Di lêpirsînê de heta niha 2 kes hatin girtin. Tê amajekirin hejmara girtiyan dibe ku zêdetir bibe.
