Lêpirsîna Gulistan Doku: Jin û mêr hatin girtin

03 îlon 2026 17:01

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Cîgirê Fermandarê berê yê Cendirmeyan li Dêrsimê û jina wî Burçin Hizli Kahraman, hatin girtin.

Lêpirsîna Gulistan Doku: Jin û mêr hatin girtin

RûpelNews - Di lêpirsîna Gulistan Doku de ya ku di 5ê Çileya 2020an de dema xwendekara zanîngeha Munzur a li Dêrsimê bû wenda bû hêj xeber jê nîn e geşedaneke nû rû da.

Derket holê ku Cîgirê Fermandarê Cendirmeya Parêzgeha Dêrsimê Ali Kahraman ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de di hatibû binçavkirin, rojek beriya windabûna Gulistanê 'agahiyên bircê' ji waliyê wê çaxê Tuncay Sonel re ku niha girtî ye şand.

Li gorî tespîtên di dosyeya lêpirsînê de, hat tespîtkirin ku wesayîta ku ji aliyê Kahraman ve dihat ajotin, di roja bûyerê de derdora saet 12.27an de jî ji ber Pira Sarisaltukê ku herêma ku tê bawerkirin Doku cara dawî lê hatiye dîtin derbas bûye. Hat destnîşankirin ku di heman heyama demê de, jina Ali Kahraman Burçin Hizli Kahraman bi Handan Sonel, jina Tuncay Sonel, waliyê yê wê demê, re bi telefonê axaftinekê kiriye.

Kahraman diyar kir ku li ser daxwaza Sonel, wî ji personelên jendirme yên têkildar agahî xwestibû û daneyên ku jê re hatibûn dayîn ji Sonel re şandibû.

Ali Kahraman û jina wî hatin girtin

Ali Kahraman û jina wî, Burçin Hizli Kahraman, piştî îfadeyên xwe, bi biryara dadweriyê hatin girtin.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya girtiyên di lêpirsîna Doku de derket 32an.