Di doza Çîçek Kobanê de dadgehê agahiyên dema girtina wê xwest

28 tîrmeh 2020 17:34
Di doza Çîçek Kobanê de dadgehê agahiyên dema girtina wê xwest

PeyamaKurd – Duyemîn danişîna doza şervana YPJê Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) ku dema êrîşên artêşa Tirkiyê yên sala borî ji aliyê komên çekdar ve hatibû dîlgirtin û radestî Tirkiyê hatibû kirin, pêk hat.

Dadgeha Tirkiyê di danişîna îro de, ji leşkerên ew teslîm standine, agahiyên dema girtina (girtenameya) Temo xwest ku pêşkeşî dadgehê were kirin.

Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve dema êrîşa ser gundê Mişrefa Eyn Îsa, Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) desteser û birîndar kiribûn û pişt re jî ew radestî Tirkiyê kiribûn.

Temo li Tirkiyê bi tawana “endamtiya rêxistinê” li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê tê darizandin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê girtî ye.

Dozgîn Temo îro ji girtîgehê parastina xwe bi rêya wergêr bi kurdî kir û tawanbariyên li dijî xwe red kirin.

Temo got: “Min di pevçûnek şer de cih negirtiye. Dema ez hatim binçavkirin, 2 gule li lingê min hatin xistin. Ez bi vî awayî birîndar bûm û hatim binçavkirin.” 

Parêzera Temo Hidayet Enmek li dadgehê got, “Derbarê muwekîla min de di dosyayê de tu delîl tuneye. Dîsa muwekîla min ji aliyê kî ve hatiye binçavkirin û bi çi awayî hatiye binçavkirin ne diyare. Derbarê vê tu girtename tuneye. Dîsa  derbarê çawa  birîndar bûye de jî tu delîl tunene. Di heman demê de delîlên ku muwekîla min li dijî Tirkiyeyê şer kiriye û beşdarî çalakiyê bûye jî tunene.”  

Heyeta dadgehê piştî navberekê biryar da ku agahî û girtenameyên dema binçavkirina Temo ji dadgehê re bên şandin û danişîna bê 22yê Îlonê bê kirin.