Demîrtas, di Doza Kobanê de bertek nîsanî dadgehê da
PeyamaKurd- Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş, di Doza Kobanê de bertek nîşanî xwendina lijneya dadgehê ya biryara neşopandinê ya di derbarê Ayhan Bîlgen de da.
Rûniştina 24emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 kes dihatin darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.
Di rûniştina ku dê 3 rojan berdewam bike de tê payîn ku dozger di derbarê esasê de nêrîna xwe eşkere bike.
Rûniştin, bi xwendina îfadeyên şahidê veşartî yê bi navê Yaprak ên di derbarê Şaredarê Qersê yê berê û Serokê Giştî yê SESê Ayhan Bîlgen de û dosyayên li dadgehê hatin zêdekirin dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê berê HDPê Selahadîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser belgeyên ku pêşkêşî dadgehê kirin de axivî.
Demîrtaş da zanîn ku her çend di lêpirsîna li ser Bîlgen de biryara neşopandinê hat dayîn jî îfadeyên şahidên veşartî yên di vê biryara neşopandinê de cih digirin, li dadgehê hatin xwendin û wekî "sûcdar" pêşkêşî wan hatin kirin û wiha got,
“Hûn biryara dozgerê ku di derbarê Ayhan Bîlgen de biryara neşopandinê daye naxwînin, lê di vê biryara neşopandinê de we îfadeyên şahidên veşartî xwend. Naxwaze dozê veke û daxwaza yekkirina dadgehê bike. Rasterast biryara neşopandinê dide û vê biryarê dişîne dosyayê.”
Nerîn bêyî lêpirsîn nayê şandin
Demîrtaş diyar kir ku kesên nehatine pirsîn jî hene û wiha got:
“Hûn ê biryarên neşopandinê di dosyayê de wekî delîl binirxînin? Em di derbarê belgeyên hatine de tiştek qebûl nakin. Em ê daxuyaniyên berfireh bidin. Hevalên me yên ku nayên pirsîn hene. Daxwaza me ya parastina xwe berdewam dike. Nerînek bêyî lêpirsîn nayê pêşkêşkirin. Raya ku bê zanîn em ê di qonaxa lêpirsînê de çi bibêjin hatiye amadekirin, li dijî qanûn û rêbazê ye û ne temam e. Em bibêjin min di lêpirsînê de hemû sûcên xwe qebûl kir, gelo dê dozger nêrîna xwe biguherîne?”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin