Di dîroka Sûriyê de yekem car: Newroz dê bi fermî were pîrozkirin
Di dîroka Sûriyê de yekem car cejna neteweyî ya kurdan Newroz dê bi awayekî fermî were pîrozkirin.
RûpelNews - Hikûmeta Şamê ku di 29ê Çileyê de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên (HSD) re peymaneke berfireh a 14 xalî ya agirbest û yekbûnê îmze kiribû, xwe amade dike ku bi pîrozkirina cejna Newrozê bi awayekî fermî, gaveke dîrokî ya yekem bi cih bîne.
Di daxuyaniyeke Wezareta Çandê ya Sûriyê de hat ragihandin ku pîrozbahiyên Newrozê dê li Şamê, bi hevkariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bên organîzekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, merasîma fermî li Şamê dê di 21ê Adarê de saet di 10.00ê sibehê de li Kompleksa Werzişê ya li navçeya Mezeyê pêk were. Wezaretê diyar kir ku armanca vê pêngavê ew e ku dewlemendiya çandî ya Sûriyê û vîna pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên wê yên cihêreng de xurt bike.
Pîrozbahî dê herwiha li taxa Şêx Meqsûd jî bên lidarxistin
Li Helebê jî, bi hevkariya di navbera Wîlayetê û ENKSê de, pîrozbahiyên Newrozê dê di asta fermî de li taxa Şêx Meqsûd bên pêkanîn.
Ev guherîna dîrokî wek encama Biryarnameya Hejmar 13, ya ku ji aliyê Serokê Sûriyê Ahmed Şera ve di 16ê Çileya 2026an de hat derxistin, tê cîbicîkirin. Li gorî vê biryarnameyê, mafên çandî, zimanî û sivîl ên kurdan bi awayekî fermî hatin naskirin, zimanê Kurdî wek zimanekî neteweyî hat ragihandin û Newroz li seranserê welêt wekî 'cejna neteweyî' hat îlankirin.
Di vê navberê de, li Rojava, Newroz dê li heft navendan di bin organîzasyona HSDê de were pîrozkirin.
