Di dîroka Bundesligayê de yekem car jinek bû rahêner
Tîma Union Berlin ku di lîga futbolê ya herî bilind a Almanyayê (Bundesliga) de dilîze, bi erkdarkirina Marie-Louise Eta wek rahênera sereke ya tîma xwe ya futbolê ya mêran, ku ev dîroka lîgê de bû yekem.
RûpelNews - Union Berlin piştî têkçûna 3-1 li hember Heidenheimê, rahênerê xwe yê sereke Steffen Baumgart ji kar derxist.
Tîma Bundesliga, rahênera 34 salî Marie-Louise Eta, ya ku berê rahêneriya tîma mêran a U19 a klûbê dikir, ji bo cara yekem di dîroka klûbê de wek rahênera sereke ya tîma yekem a mêran destnîşan kir.
Eta bû yekem rahênera jin a sereke ku di lîgên payebilind ên ên Ewropayê de rahêneriya tîmeke mêran dike.
