Di Çemê Xabûrê de 3 zarok xeniqîn

15 tîrmeh 2023 14:08
Di Çemê Xabûrê de 3 zarok xeniqîn

PeyamaKurd Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Zaxoyê diyar kir, di Çemê Xabûrê de 3 haletên xeniqandinê yên cuda hene.

Li gorî daxuyaniyê hat ragihandin, termê E.A.Y yê 15 salî ku li navçeya Sêmêlê ya Duhokê rûdine, li nêzîkî gundê Dula hatiye dîtin.

Herwiha hat eşkerekirin, termê zarokê 13 salî M.E.S li gundê Bakirma û termê zarokekî din jî li gundê Berê Gewra hatiye dîtin.