Di cejnê de êrîsê ahenga Squid Game kirin: 8 kustî

04 mijdar 2021 03:39
Di cejnê de êrîsê ahenga Squid Game kirin: 8 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Panamayê di cejna Pîrhevokan de êrîşê birin ser ahenga Squid Game û di encamê de 8 kes hatin kuştin.

Li gor çapemeniya Panamayê; li taxa Santa Anayê endamên du çeteyan lihev xistin. Bûyer di salonekî bowlingê de çêbû, 5 kes hatin kuştin,7 kes birîndar bûn û cesedên sê kesên din di konteynira gilêşê de hatin dîtin. Li gor polîs; kesê ku şer daye destpêkirin di bûyerê de miriye û li ser bûyerê 2 kesan xistine binçav.