Di bûyera Eskisehirê de ku 5 kes ji mirinê rizgar bûn, Partiya Zaferê xiste rojevê

13 tebax 2024 23:41
Di bûyera Eskisehirê de ku 5 kes ji mirinê rizgar bûn, Partiya Zaferê xiste rojevê

PeyamaKurd – Xortê li Tirkiyê li bajarê Eskişehirê li navça Tepebaşiyê, maske li xwe kiribû û bi kêrê êrîşê ser xelkê kiribû û di êrîşê de 5 kes ji mirinê dageriyan, li ser êlêkê wî remza ‘Roja Reş’ hebû ku Naziya temsîl dike, ‘Birayên Ataman’ yên ku nêzî Zafer Partiyê ne ku heman remzê bikartînin, tê gotin ku dibe têkiliya xortê êrîşkar bi wan re hebe.

Gotinên weha di ser medya civakî de tên gerandin ku dibe xort bi tena serê xwe bûyerê nekiribe.

Do êvarê li parka çayê ya li navça Tepebaşiya Eskişehirê xortê bi navê A.K. (18) bi maske û cilên taybet ku li ser cilên wî remza ‘Roja Reş’ hebû, bi kêrê êrîşê N.Ö., T.A., C.Ö., C.A. û M.K. kiribû û sedema êrîşa wî bê vate mabû.

Di ser medyayê de hat ragihandin ku remza xort bikartîne ya Naziyên faîiste, piştî şerê cîhanê yê 2em ji bo sosyalîzma nasyonalist ji nûh de vejînin, di rêya demokratik an çekdariyê de bibin desthilat û bergiriya neo-Naziyan tîne bîra morovî. Sembola li ser kêra xortê êrîşker, li serê sembola Naziyan heye ku li ser ala Partiya Nasnonal a Sosyalîst ya Karkerên Almanyayê hebû.

Rayedarên asayîşa Tirkiyê dibêjin ku ti delîl nedîne ku têkiliya xort bi Zafer Partiyê heye lê medya di vê mijarê de bi tundî vê baweriyê diparêze.