Di 24 saetên borî de 1442 kes ji koronayê mirin

01 tebax 2020 00:00
Di 24 saetên borî de 1442 kes ji koronayê mirin

PeyamaKurd – Amerîka ku ev demeke dirêj e bûye navenda belavbûna vîrusa koronayê, di nav rojekê de 1442 mirin ji wê nexweşiyê tomar kirin.

Li gorî amarên 24 saetên borî, li Amerîkayê bi mirina 1442 kesên din re, hejmara giştî ya mirinên ji Covid-19 gihîşt 155 hezar û 330 kesan.

Amerîka li cîhanê welatê herî zêde mirin û pêketiyên Covid-19 hatine tomarkirin e.

Di 24 saetên borî de jî 65 hezar û 761 kesên din bi koronayê ketine û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 4 milyon û 635 hezar û 886 kesan.