Di 2 rojan de 399 balafir hatin firotin

17 tîrmeh 2018 19:17
Di 2 rojan de 399 balafir hatin firotin

PeyamaKurd- Fuara Farnborough AirShowê bi germahîya bazirganiyeka xurt destpêkir û Airbus û Boeingê peymana 269 heban girêdan. 130 balafir sîparîş hat dayîn. Ji 269 heban 158 heb, berê hevdîtina wan hatibû kirin lê di vê fûarê de bazarkirina wan qedandin. Navên muşteriyan nehat aşkerakirin.

Jet Airwaysa Hindistanê 75 heb Boeing 737 Max 8s kirî. Şîrketa Îrlandî leasing Goshawk 20 heb û şîrketa Amerîkî Jackson Square jî  30 heb Max sîparîş da.

Rumen Tarom 5 heb û Gol a Brezîlî 15 heb 737 Max 8s kirîn. Gol berê sîparîşa 30 heb Sîparîşa herî mezin 80 heb bûn ku muşterî nexwest navê wî bê ragihandin. Ji Airbusê balafira A350-900s balê kişand. Bi van balafiran mesafeya orte, dirêj û ûltra dirêj diçin. Sichuana Çînê 10 heb, Starluxa Tayvanê 5 sîparîş dan. Berê jî sîparîşa Starluxê hebû ku jimara wan 12 bû.

Şîrketa Fransiz Airbus dibêje ku şîrketeka leasing a Awrûpa re 80 heb A320neo sîparîş daye û bi şîrketekê re lihev kirine.

Max 8 dabû lê wan bi Max 10s guhert.