Dezgehê Xêrxwazîyê ya Barzanî: Em amade ne alîkariya mexdûrên lehiyê li Îranê bikin
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî daxwaz ji hikûmeta Îranê kir, destûrê bidin wan da ku alîkariya mexdûrên lehiyê bikin.
Ev çend roj in li gelek bajar û herêmên Îranê, baran û lehiyê ziyanek mezin gihandiye xelkê. Heta niha herî kêm 66 kes mirine, bi sedan kes birîndar bûn, bi dehan gund wêran bûne, ziyanek mezin gihîştiye bajaran û bi hezaran kes bê mal û war mane.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi daxuyaniyekê zimanê farsî ragihand ku amadehiya xwe nîşan da ku alîkariye mexdûrên baran û lehiyê bike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bang li hikûmeta Îranê kiriye, destûr bidin da ku ew bikarin alîkariya mexdûrên baran û lehiyê bike, ji ber ku gelên Îranê jî di rojên zehmet de alîkariya gelê Kurdistanê kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin