Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kampanya tenduristiyê da destpêkirin
11 adar 2020 20:46
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê dest bi kampanyayeke belavkirina pêwîstiyên xweparastina ji vîrusa korona kir ku bi riya doktorên xwe rênimayên tenduristiyê didin welatiyan.
Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Soran Xelef ji K24ê re gotiye, armanca wan ji vê kampanyayê, gihandina rênimayên tenduristî û hişyarkirina xelkê ye, hevdem jî devane û lepikan û pêwîstiyên din ên xweparastinê li welatiyan belav dikin.
Soran Xelef aniye zimlan, “Wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî me daxwaz jî rêxistinên cîhanî û xwecihî kiriye, ku bi hevahengî kar bikin, bi taybet ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin