Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî destê alîkariyê dirêjî Awistralyayê kir
27 rêbendan 2020 18:07
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya bernameya alîkariyên navdewletî de, bi hezaran lître ava vexwarinê gihand Awistralyayê ku bi mehan e bi şewatê re têdikoşe.
BCFê bi rêya nûnertiya xwe Herêma Kurdistanê ya Awistralyayê ji bo mexdûrên şewata Awistralyayê bi hezaran lître ava vexwarinê şand.
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Awistralyayê Hawal Syan li ser wê alîkariyê da xuyakirin, “Em wekî Kurd her tim amade ne destê alîkariyê dirêjî gelên dinyayê bikin.”
Şewata Awistralyayê ji 8ê Mijdara 2019an ve berdewam e û heta niha bi qasî nîv milyon ajal mirine û bi milyonan hektar daristan şewitî ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di meha Remezanê de 300 hezar dolaran dabes dike
07 nsn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin