Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 50 dibistanan nûjen dike
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku wê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Duhok û Zaxoyê 50 dibistanan nûjen bike û berî destpêkirina perwerdê jî temam bike.
Berpirsê ofîsa Duhokê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ebdulwahid Etrûşî di civîneke rojnamevanî de ragihand, li Zaxo, Akrê û Amêdiyê nûnertiya wan heye û wan projeyeke girîng ji bo nûjenkirina dibistanên sînorê parêzgeha Duhok û îdareya serbixwe ya Zaxo amade kiriye ku lîste bi hevkariya rêveberiya giştî ya perwerdê bi awayekî baş hatiye amade kirin.
Rêveberê giştî yê perwerdeya parêzgeha Duhokê Omer Elî jî got: “Dê sûdeke zêde ya vê projeyê ji bo Duhok û Zaxoyê hebe û bêguman ev proje dê bibe sedema baştirbûna asta perwerdeya li sînorê me.”
Berpirsê ofîsa Duhokê ya BCFê da zanîn: “Berî ku sala nû ya xwendinê dest pê bike, wê proje bê temamkirin. Ev proje ji bo nûjenkirina dibistanan û çar qonaxan li xwe digre, boyaxkirina dîwaran, çêkirin û guhertina derî û pencereyên dibistanan, dabînkirina aliyên tenduristî û pêdiviyên xweparêzî, herwiha elektrîk bi awayekî baş dê li dibistanan bên çêkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin