Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 5 dibistanên Kerkûkê nû kirin
10 îlon 2024 20:29
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi amadebûna rêveberê xwendina Kurdî bi merasîmekê 5 dibistanên li Kerkûkê hatine nûjenkirin radestî rêveberiya xwendina Kurdî ya Kerkûkê kir.
Berpirsê ofîsa Kerkûkê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Rêbuwar Mihyedîn îro 10ê Îlonê ragihand, proje rasterast ji aliyê BCF û bi serpereştiya serokatiya heman dezgehê ve hatiye kirin û herwiha di heyama du mehan de 5 dibistan hatine nûjen kirin, ku budceya ji bo wan hatiye veqetandin 92 milyon û 420 hezar dînar bûye.
Mihyedîn herwiha got ku bi razîbûn û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wan alîkariyeke mezin daye Kerkûk û Kerkûkiyan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di meha Remezanê de 300 hezar dolaran dabes dike
07 nsn 2024
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin