Dewriya Rûsya ji bo hevdîtina artêsa Tirk ji Qamislo çû Dirbêsiyê

31 cotmeh 2019 16:57
Dewriya Rûsya ji bo hevdîtina artêsa Tirk ji Qamislo çû Dirbêsiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro sibehê dewriyeyeke Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû ku tê çaverêkirin bi hêzên artêşa Tirk re li deriyê sînor bicivin.

Hat zanîn ku li gorî civîna di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku doh li Enqereyê pêk hatiye, herdu aliyan li hev kiriye ku roja Înê dewriyeyên hevbeş bidin destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, dewriyeyeke hevbeş a Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo derket û ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû.

Tê çaverêkirin hêzên tevlî dewriye bûne, bi leşkerên artêşa Tirk re li deriyê sînor, bicivin.

Li gorî rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê ku di navbera serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan de encam dabû, biryara dewriyeyên hevbeş hatibû girtin.