Dewletên Rojava Îranê bi mosekên navokî tawanbar dikin

06 berfanbar 2019 11:53
Dewletên Rojava Îranê bi mosekên navokî tawanbar dikin

PeyamaKurd - Nûnerên Almanya, Fransa û Brîtanyayê yên li NYyê ji Serkreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres re ser ceribandinên moşekî yên Îranê nameyek şandin.

Di nameyê de hat gotin ku tevgerên Îranê li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ser peymana navokî ya sala 2015an e.

Nûnerên her sê dewletan bal kişandin ser hin dîmenên li medya civakî û dîyar kirin ku moşekên ku Îranê nîşan dane dikarin çekên navokî bar bikin. Di nameya fermî de her wiha hat gotin ku Îranê îsal sê caran moşek ceribandine.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf derbarê nameya Almanya, Fransa û Brîtanya bertek nîşan da. Zarîf dîyar kir ku her sê dewletên Ewrupî berpirsyariyên xwe yên bo peymana navokî bi cîh neanîne û serî li ‘dereweke bêhevî’ kirine.