Dewleta Îranê bi sedema krîza enerjiyê dibistanan û daîrên dewletê tatîl kir

11 rêbendan 2025 01:17
Dewleta Îranê bi sedema krîza enerjiyê dibistanan û daîrên dewletê tatîl kir

PeyamaKurd – Dewleta Îranê ji bo ber li serfkirina enerjiya zêde bigre, mêzêna gazê bixe teşeyekî, li gelek eyaletan dibistanên seretayî, navendî, zankoyan û daîrên dewletê tevî bankayan tatîl kir.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya IRNAyê; wê dezgeyên navborî di 11ê Çile de an ku roja Şemiyê tatîl bin. Li gor biryarê; wê ciyên navborî li Elborz, Simnan, Kirman, Kirmanşah, Kurdistan, Azerbaycan a Rojhilat, Kazwin, Rezevi Xorasan, Gulistan, Mazenderan, Zencan, Xorasana Başûr, Merkezî, Qûm û Erdebilê tatîl be.

Bi sedema hewa bajêr gemariye an ku ne paqije, li Tehranê temamê dezgeyên perwerdê yên taybet, dibistanên berya seretayiyê, daîrên dewletê, dezgeyên îdarî yên fermî û taybet tev hatin tatîlkirin. Wê zankoyên Tehranê li ser online perwerde bibin.

Dezgeyên xizmetê yên Tehranê û yên tenduristiyê xebata xwe dewam bikin.

Erebeyên li Tehranê hene, wê li gor jimara ser erebê kit an cot karibin derên trafîkê ku rêvebiriya fermanê şaredariya Tehranê dike.