Dêrsim ji herêma Ege û ya Derya Sipî kêmtir nîne

27 tîrmeh 2019 23:30
Dêrsim ji herêma Ege û ya Derya Sipî kêmtir nîne

PeyamaKurd- Li herêma Dêrsimê li ser deve çemên Mûnzûr û Pulumurê gelek hewzên avê û plaj hatine avakirin û niha bala gelek geştiyarên biyanî û bineciyê Tirkiyê û Kurdistanê dikşîne. Kesên ku Dêrsimê tercîh dikin, jimara wan geleke.

Bilindahiya Dêrsimê ji behrê gelek zêde ye û bi wê sedemê gelek hînike. Di havînê de weka zozan e. Ya duyem ava Mûnzûr û Pulumurê di dinyayê de kêm av weka wan hebin û bo vexwarin û xweşûştinê an hînikkirinê gelek xweş in.

Niha, di herêmê de şer û pevçûn kêm bûye û aramiya herêmê dibe sedem ku xelk tê deverê. Taybetmendiyeka dinê ya Dêrismê bi hesêb ola xwe rê dide ku li wê derê plaj an hewz hebin. Mijareka dinê ya Dêrsimê ew e ku gelek ji xelkê Dêrsimê li Awrûpa ne û nêrîna wan ya dinyayê ji yên gelek deverên Kurdistanê firehtire.

Li gor ragihandina parêzgeriya Dêrsimê otêlên herêmê hemû tije ne û bi mehan berê divê geştiyar bo xwe cî veqetînin.