Li herêma Deryaya Sipî li dû hev du erdhej

25 berfanbar 2023 03:13
Li herêma Deryaya Sipî li dû hev du erdhej

PeyamaKurd - Li Deryaya Sipî li dû hev du erdhejên bi mezinîya pileyên 3.7 û 4.1 pêk hatin.

Serokatîya Birêvebirina Rewşa Awarte ya Tirkîyeyê (AFAD) ragihand ku di demjimêr 19.03yê êvarê de erdhejeke bi mezinbûna 3.7 pileyî ku maka wê ya navendî nêzîkî peravên Tirkîyeyê yên Deryaya Sipî ye pêk hatiye. AFADê diyar kir ku ev erdhej di 6.11 kîlometir jêrzemînê de rû daye.

AFADê her wiha da zanîn ku sê xulek piştî vê erdhejê, li navçeya Datça ya bajarê Mûxlayê yê Tirkîyeyê erdhejeke din a bi mezinîya 4.1 pileyî pêk hatîye û ev erdhej jî di 7.07 kîlometir jêrzemîne de pêk hatîye.