Derdora Samê ji aliyê artêsa Îsraîlê ve hat mosekbarankirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê baregehên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên Îranê li derdora Şamê moşekbaran kir.
Li gor ajansa (SANA) belav kir, derengiya şeva borî artêşa Îsraîlê bi moşekan êrîşî xaleke artêşa Sûriyê li navçeya Zekiya ya ser bi Şamê ve kiriye.
SANAyê derbarê ziyanên êrîşa Îsraîlê de eşkere kir, di encama êrîşê de, tenê ziyanên madî çêbûne.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Îsraîlê bi moşekan êrîşî embarên çek û teqemeniyan a mîlîşyayên ser bi Îranê kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê di salên borî de, bi sedan êrîş li Sûriyê pêk anîne û dibêje, “ev êrîş bi armanca nehiştina bicihbûna leşkerî ya komên çekdar ên ser bi Îranê ve li ser axa Sûriyê ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin