Derbarê êrişa li ser dibistaneke li Mereşê de hûrgiliyên nû derketin holê
Hat ragihandin ku li ser komputera kujerî , belgeyek hatiye bidexistin ku tê de plana êrişê ji beriya çar rojan hatiye amadekirin.
RûpelNews - Serdozgeriya Komarî ya Mereşê, derbarê êrişa li ser dibitanê de daxuyaniyeke nivîskî ragihand. Serdogeriyê ragihand ku, Îsa Aras Mersinlî, yê ku duh êrîşa dibistanê pêk anî û neh kes tê de hatin kuştin, bûyer ji berê ve plan kiribû.
Daxuyaniya Serdozgeriyê
Serdozgeriyê, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di dema lêgerîna li mala sûcdar de, kelûpelên dîjîtal ên wekî komputera wî ya şexsî û telefona wî ya desta hatin desteserkirin. Di lêkolîna van kelûpelên dîjîtal de, li ser komputera sûcdar belgeyeke bi dîroka 11/04/2026 hate dîtin ku niyeta wî ya ji bo pêkanîna êrîşeke mezin di pêşerojeke nêz de nîşan dida."
Serdozgeriyê ragihand ku çekên ku êrişkar bikaranîne çekên bavê wî ne. Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û deh dozger lêkolînê dike.
Term radestî malbatên wan hatin kirin
Hat ragihandin ku otopsiyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane temam bûne û term radestî malbatên wan hatine kirin.
