Der barê Serokê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

09 gulan 2026 12:04

Ji ber gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ên der barê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek de, lêpirsîn hat destpêkirin.

Der barê Serokê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

RûpelNews -

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel der barê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek de îddia kir ku li ser wî hin qeydên tapûyê/erdê hene.

Ji ber îddiayên Ozel Serdozgeriya Bakirkoy a Stenbolê der barê Ozel de lêppirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Bakırkoyê ve derbarê mijarê de hat weşandin wiha hat gotin:

"Piştî nirxandinekê ku gotinên giştî yên ku ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ve li ser kanala televîzyonê di 8ê Gulana 2026an de li dijî Wezîrê Dadê Akın Gurlek hatine gotin, gotinên ku dikarin nîzam û aştiya giştî têk bibin, gel bixapînin û rastiyê nîşan nedin, dihewînin, Serdozgeriya Giştî ya Bakırköyê li gorî Xala 217/A ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê lêpirsîneke daye destpêkirin."