Denmark 300 lesker û sêwirmendên xwe yên li Sûriye û Iraqê vedikisîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatê Denmarkê biryar daye, leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî yên ku di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatibûn bicihkirin ji Iraq û Sûriyê vekişîne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Denmarkê, çend sedem li pişt vê biryarê hene ku yek ji wan lawazbûna DAIŞê û pêwîstiya Denmarkê ya bihêzkirina ewlehiya xwe ya navxweyî ye.
Fermandarê Hêza Asmanî ya Denmarkê Bjark Lomborg gotiye, di vê demê de, bihêzkirina şiyana rûbirûbûna gefên li derdora Denmarkê ji şerê DAIŞê girîngtir e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji Tîrmeha 2014an ve Denmark endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û 300 leşker û şêwirmendên wê yên leşkerî li Iraq û Sûriyê dimînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin