Dengdana tûra duyemîn li derve û li deriyên gumrikê destpê kir
PeyamaKurd – Dengdana ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê li nûneratiyên welatên biyanî û deriyên gumrikê îro destpê kir.
Dengdan wê heta 24ê Gulanê li nûnertiyên biyanî û heta 28ê Gulanê saet 17.00an li gumrikê were kirin.
Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve dê li 151 nûnerên Tirkiyeyê yên li 73 welatan li 167 nuqteyan sindoq bên danîn.
Dengdan li nûnertiyên biyanî di rojên hefte û dawiya hefteyê de li gorî dema herêmî di navbera saetên 09.00 û 21.00’an de, di navbera tarîxa ku ji bo wê nûnertiyê hatiye ragihandin û li bajarên girêdayî serkonsolosxaneyê bi dema herêmî di navbera 09.00 û 18.00an de dikare bê kirin.
Hilbijêrên li derveyî welat wê li her nûnertiyek diyarkirî an jî li her deriyê gumrikê ku sindoq lê hatine danîn, dengê xwe bidin û ji bo vê pêvajoyê hewcedarî bi randevûyê namîne.
Piştî ku pêvajoya dengdayînê ya li derve bi dawî bû, mîna hilbijartinên 14ê Gulanê, bi rêbazên ku YSK’ê diyar kiriye, wê di bin ewlehiyên bilind de deng bi pîlayên dîplomatîk bên Tirkiyeyê. Ev deng wê ji aliyê Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Derve ve li qada ewle ya li Navenda Pêşangeha Kongreya ATO ya Enqereyê bên parastin.
Piştî bidawîhatina proseya dengdanê li Tirkiyê roja Yekşemê 28ê Gulanê saet 17.00an, wê dengên biyaniyan ligel vekirina sindoqên din bên hejmartin.
Hejmartin û jimartina dengan wê di bin çavdêriya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Derve de bê kirin.
Kurtkirina maweya dengdanê li hin welatan bi taybetî li Amerîka, Kanada, Awustralya, Îrlanda û Îngilistanê ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê de dengên zêde bidest xistibûn, bû sedema rexneyan.
Mînak li Amerîkayê ku zêdeyî 135 hezar hilbijêr lê hene, hate ragihandin ku tenê di nava du rojan de, di 20 û 21’ê Gulanê de wê sindoq bên danîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek diyar kir, YSKê dîroka dengdana tûra duyemîn a di 14ê Adarê de hatibû ragihandin guhertiye, îtîraz kir.
Piştî îtîrazên YSKê; Amerîka, Kanada, Awûstralya, Îrlanda û Îngilîstanê biryar dabûn ku dengdan di navbera 20-24ê Gulanê de bê kirin.
DI TURA YEKEM DE RÊJEYA TEVLÎBÛNÊ
Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê li nûnertiyên derve û deriyên gumrikê yên Tirkiyeyê bi tevahî milyonek û 817 hezar û 10 kesan dengê xwe dan. Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 52,69 bû.
Li gorî encamên nefermî, ji sedî 57,47 dengên ku li nûnertiyên derve hatine wergirtin ji aliyê Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ve, ji sedî 39,57 jî ji aliyê Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye wergirtin.
Rêjeya dengê Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa ATA Sînan Ogan ji sedî 1,90, rêjeya dengên Serokê Giştî yê Partiya Welat Muharrem Înce jî ji sedî 1,06 bû.
Muharrem Înce di 11ê Gulanê de ji namzetiya xwe ya serokomariyê vekişiya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin