Demirtas tehliye nexwest, roja danisîna bê diyar bû

25 rêbendan 2019 21:13
Demirtas tehliye nexwest, roja danisîna bê diyar bû

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha Edirne ya cureya Fyê girtî ye, bi rêya SEGBISê ji girtîgehê 3 rojan parastina xwe ya li ser doza giştî kir.

Demirtaş di roja sêyemîn a parastina xwe de tehliyeya xwe nexwest û Dadgeha Cezayê Giran a 16emîn a Enqerê îro înê biryar da ku girtîmayîna wî berdewam be û ji bo danişîna dadgehê jî 24 û 25ê Nîsana bê diyar kir.

Demirtaş doh jî di parastina xwe de herî dawî gotibû, “Ez li girtîgehê bim jî ji ya xwe venagerim. Zarokên me hene, wê mezin bibin. Ez dixwazim li vî welatî ew di nav aştiyê de bijîn.”

Demirtaş îro jî li pêşberî dadgehê got, “Ez tehliyeya xwe naxwazim.”