Demirtas: Ez rehîneyê siyasî me, tehliyeya xwe naxwazim
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demirtaş îro bi sedema lêpirsîna derbarê bûyerê 6-8ê Cotmeha 2014an (Kobanê) de, bi rêya SEGBÎSê derket pêşberî dadgehê.
Piştî ku dadgeheke Tirkiyê biryara berdana wî dabû, Serdozgeriya Enqerê 20ê Îlona îsal car din bi sedema daxuyaniyên Demirtaş yên dema 6-8ê Cotmehê nehiştibû bê berdan û ji nû ve lêpirsîn li ser wî hatibû destpêkirin
Demirtaş di danişîna dadgehê ya îro de ku ji Girtîgeha Edirneyê beşdar bû de, got; ez û hevalên xwe wekî rehîneyên siyasî di girtîgehê de têne girtin ku biryarê jî ne hakim û dozger didin. Demirtaş ji heyeta dadgehê re got: “Li demeke ku qatil û tecawizkaran bera kolan didin, ez tehliyeya xwe naxwazim.”
Demirtaş herwiha bibîr xist ku wî 20 salan parêzerî û 12 salan jî parlamentarî kiriye û ew di wê baweriyê de ye ku dê li demeke ne dûr serdestiya hiqûqê û demokrasî pêk were û ev dozên li dijî destûrê li ser wan hatine vekirin jî bibin mijara darizandinê.
Piştî parastina Demirtaş û Fîgen Yüksekdag dadgehê biryara berdemawama girtina wan da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin