Demirtaş: Rojîn keça me hemûyan e, kes nikare vê dozê bigire

05 tîrmeh 2026 14:42

Demirtaş, ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, bi bav û mamê Rojîn Kabaiş, a ku di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dabû re hevdîtin kir. Demirtaş, ku diyar kir ew bawer dike ku doz dê bi tevahî were lêkolînkirin, ev peyam ragihand: "Rojîn keça me hemûyan e. Kes nikare vê dozê bigire."

Demirtaş: Rojîn keça me hemûyan e, kes nikare vê dozê bigire

RûpelNews - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku niha li Girtîgeha Edirneyê de ye, bi Nizamettîn Kabaiş, bavê Rojîn Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yıl a ku di şert û mercên gumanbar de mirîbû û apê wê Ahmet Kabaiş re hevdîtin kir.

Civîn, ku vê sibê derdora saet 10.00an dest pê kir, 1 saet û 45 deqeyan dom kir. Bavê Rojîn, Nizamettin Kabaiş, derbarê civînê de ji Tugba Ozer a ji ILKE TV re axivî û got, "Civîn gelek baş derbas bû. Wan ti sînordariyeke demê ferz nekir. Rewşa derûnî û kelecana Birêz Selahattîn Demirtaş wekî her carê baş bû. Me hevdu hembêz kir. Wî got, 'Xwezî ez li derve bûma; min dixwest beşdarî merasîma sersaxiyê jî bibûma, lê malbata min jixwe hatibû'."

"Kes nikare vê dozê bigire"

Li gorî Nizamettin Kabaiş, Demirtaş, gotiye wî ji serî ve doza mirina bi guman a Rojîn Kabaiş dişopand, wiha anî ziman: "Ez piştrast im ku tiştê ku bi serê Rojîn hatiye, dê derkeve holê. Wezîrê nû yê Dadê li ser vê yekê dixebite û bi baldarî şopandina wê dike. Eger ev kuştinek be, dê were çareserkirin. 'Xema nexwin. Rojîn keça me hemûyan e. Kes nikare vê dozê bigire. Heger delîlên DNAyê hatibin dîtin, kes nikare bibêje ku ew xwekuştin bû. Xwe nêşînin.'"

Derbarê Baroya Wanê de

Baroya Wanê ragihandibû ku ew ji doza Rojîn Kabaiş xwe paşde dikişîne, lê piştî ku baro û malbat li hev civiyan, pirsgirêk hate çareserkirin.

Li gorî Kabaiş, Demirtaş her wiha di vê mijarê de got: "Bila tu hestên nebaş nemînin. Hem Baroya Wanê hem jî Baroya Amedê dê careke din li dozê binêrin. Heger pirsgirêk hebin, hûn dikarin bi parêzerên min re têkilî daynin; ez dê piştgiriya we bikim."