Demirtas: Hemû dozger û dadgerên li ser min biryar dane tawanên giran kirine
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, roja Çarşemê 3yê Sibatê bi sedema dema serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu heqaret lê kiriye, ji girîtgeha Edirneyê bi rêya SEGBISê derket pêşberî dadgehê.
Demirtaş di danişîna dadgehê de got ku bi vê dozê destûra bingehîn a Tirkiyê tê binpêkirin ku nabe parlamenter ji axaftinên xwe werin darizandin.
Demirtaş ji heyeta dadgehê re diyar kir, “Gelo hûnê bi biryara xwe nîşan bidin ku pabendî destûrê û yasayên Tirkiyê ne?.. Gelo hûnê Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum û Suleyman Soylu esas bigirin û biryarê bidin?”
Demirtaş di berdewamê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku banga bilez berdana wî ji girtîgehê kiribû û got, “Hemû dozger û dadgerên li ser min biryar dane, tawanên giran kirine.”
Selahattîn Demirtaş naveroka biryara DMMEyê bibîr xist û got ku biryara herî ne girîng a DMMEyê serbest berdana min e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin