Demîrtaş bi bavê Narîn Guran re dê hevdîtinê bike
Hat ragihandin ku Selahattîn Demîrtaş dê bi Arif Guran ê bavê Narîn Guran a li Amedê hatibû qetilkirin re, hevdîtinê bike. Tê çaverêkirin ku Demîrtaş piştî hevdîtinê derbarê doza Guran de daxuyaniyekê bide.
|
Türkçe
RûpelNews - Hevserokê berê yê HDPê ku niha li Girtîgeha Edirneyê yê Selahattîn Demirtaş, dê roja Înê bi destûra taybet a Wezareta Dadê bi Arif Guran ê bavê Narîn Guran a ku li Amedê hatibû kuştin re hevdîtinê bike.
Tê payîn ku Demirtaş ku dosyeya doza Narîn Guran bi rêya parêzerên xwe ji nêz ve dişopîne, piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.
