DEM Partiyê bersiva îdiaya lihevkirina ser 3 navçeyan bi CHPê re da
PeyamaKurd – Berdevka Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li ser îdiayên ku wan bi CHPê re ji bo 3 şaredariyên navçeya li beramberî piştevaniya Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê li hev kiriye axivî.
Dogan red kir ku wan bi CHPê re li ser navçeyên Esenyurt û Adalar a Stenbolê û navçeyşa Akdeniz a Mersînê li hev kiriye. Ayşegul Dogan ragihand ku wê 3yê Sibatê Desteya Rêveberiya DEM Partiyê bicive û ew yek ji civîneke krîtîk be.
Herwiha Dogan got, “Stenbol ji bo me jî cihekî taybet e. Em bi hurgilî li ser dixebitin.”
Li ser danûstandinên hilbijartinên şaredariyan en bi CHPê re jî Berdevka DEM Partiyê got ku hîn lihevkirin û agahdariyeke zelal bûye tune ye, loma jî tiştekî bi raya giştî re parve bikin nîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin