Berdevka HEDEPê bersiva îdiaya 'bi AK Partiyê re hevdîtinên li pist deriyan’ da
PeyamaKurd - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan derbarê îdiaya ku HEDEP bi AK Partiyê re li pişt deriyan dîplomasiyê dike de, daxuyanî da.
Dogan bersiva pirsa îdiaya “HEDEP li pişt derî bi AKPê re dîplomasiyê bi rê ve dibe” da û got: “Ev îdia ne rast in. Beriya her hilbijartinê tê îdiakirin ku partiya me li pişt derî bi desthilatdariyê re dîplomasiyê dike. Binêrin em beriya hilbijartina 14ê Gulanê bînin bîra xwe, wê çaxê jî gotin partiya me bi Tifaqa Millet re bi Tifaqa Cumhur re li hevkirinê pêk aniye. Mixabin hevdîtinên navbera partiyên siyasî tenê ji bo me awarte tê dîtin lê dema partiyên din hevdîtinê dikin ji bo her kesî normal e.”
Ayşegul Dogan herwiha da zanîn ku dema mijar dibe partiya wan bi awayekî guman nêzî danûstandinan dibin, lê belê ew jî wek partiyeke rewa û yasayî dikarin di çarçoveya prensîbên xwe de bi her kesî re hevdîtinê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin