DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSKyê da
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku DEM Partiyê piştî nedana erknameya şaredartiyê ya namzedê serkeftî Abdullah Zeydan, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) daye.
Weke tê zanîn namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan, di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 55,48an şaredartiyê bi dest xist.
Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.
Li ser îtîraza AK Partiyê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzediya Abdullah Zeydan hat betalkirin.
Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryar da ku erknameya şaredartiyê bide Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.
Abdullah Zeydan û parêzerên DEM Partiyê ji bo ku ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bê betalkirin serî li YSKyê dan.
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara îadekirina mafên qedexekirî yên Zeydan di 4ê Nîsana 2023yan hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya MAyê di serlêdanê de wiha hatiye gotin:
“Ya ku biryara îadekirina mafên qedexekirî ji Rêveberiya Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê re şandiye jî dadgeh bi xwe ye.
Di vê mijarê de jî ti kêmasiya miwekîl nîne.
Piştî kontroikirina îadekirina mafên qedexekirî, personelên Wezareta Dadê bi xwe ev biryar li Qeyda Sicîla Edlî bar kiriye û di vê mijarê de miwekîl ti tiştek nekiriye.
Di heman demê de ya ku ev qeyda sicîla edlî nêzîkî salekê muhafeze kiriye jî Wezareta Dadê bi xwe ye.
Ya ku Belgeya Qeyda Sicîla Edlî ji Lijneya Hilbijartinan a Wanê re şandiye û jê re gotiye sabiqeya wî tune jî Wezareta Dadê bi xwe ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin