Li Amedê şerê çekdarî: 2 mirî, 5 birîndar
Ahmed Çiçek û Şeyhmus Bayram di pevçûneke çekdarî ya di navbera du koman de li xwaringeheke navçeya Sûr a Amedê hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Di derbarê bûyerê de pênc kes, ku di nav de kurekî 14 salî jî heye, hatin girtin.
RûpelNews - Piştî ku nîqaşeke di navbera du koman de li navçeya navendî ya Sûrê ya Amedê gur bû û bû pevçûneke çekdarî, 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer derengiya şevê li xwaringeheke li ser Rêya Mardînê ya Kevin li taxa Yeşil Vadi Evleri qewimî.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemên ku hêj ne diyar in, di navbera du koman de ku ji bo civîn û sohbetê hatibûn xwaringehê, nîqaş derket. Her ku gengeşî girantir bû, pevçûneke çekdarî di navbera aliyan de derket.
Piştî raporê, polîs û Xizmetên Bijîjkî yên Lezgîn ên 112'an ji bo herêmê hatin şandin.
Ahmed Çiçek û Şeyhmus Bayram jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinên destpêkê yên tîmên bijîjkî piştrast kirin ku kesek li cihê bûyerê miriye. Her şeş kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Yek ji birîndaran tevî destwerdanên bijîşkî yên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kesên mirî wek Ahmed Çiçek û Şeyhmus Bayram hatin nasîn.
Hat ragihandin ku rewşa du ji pênc birîndaran, ên ku hîn jî di bin dermankirinê de ne, krîtîk e.
Di dema lêpirsîna polîsan a li cihê bûyerê de, çekek û hejmareke mezin a guleyan hatin desteserkirin.
5 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser bûyerê hatiye destpêkirin de, M.O. (65), R.O. (35), H.Ç. (40), O.B. (37) û K.Ç. (14) hatin girtin û binçavkirin.
Polîs hewldanên xwe didomîne ji bo girtina gumanbarên din ên ku piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviyane. (AA, DHA)
