Baroya Wanê ji bo zimanê kurdî de serî li wezaretê da

15 gulan 2026 22:47

Baroya Wanê bi serîlêdaneke fermî ji Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê xwest destûr bê dayîn da ku "Enstîtuya Ziman, Dîrok û Çanda Kurdî" vekin.

Baroya Wanê ji bo zimanê kurdî de serî li wezaretê da

RûpelNews - Hat ragihandin ku armanca vê yekê ew e ku  derbarê çand û zimanê kurdî de lêkolîn bêne kirin, ziman bê parastin û arşîvkirin.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Baroyê ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku damezrandina vê enstîtuyê ji bo peydakirina piştgiriya sazûmanî ji bo ziman û çanda kurdî girîng e.

Di daxuyaniya Baroyê de wiha hat gotin:

"Me wekî Baroya Wanê; ji bo lêkolîna bi rêbazên zanistî, parastin, arşîvkirin û piştgiriya sazûmanî ya ziman, dîrok û çanda Kurdî, bi awayekî fermî serlêdana damezrandina "Saziya Ziman, Dîrok û Çanda Kurdî" ji Wezareta Çand û Turîzmê re kir. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radighînin ku misogerkirina mafên zimanî û çandî li ser bingeha hemwelatiya wekhev ji bo aştîya civakî û jiyana hevpar pir girîng e."