DEM Partî: Li diji êrîsan bibin yek

16 rêbendan 2024 19:37
DEM Partî: Li diji êrîsan bibin yek

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşên mûşekî yên ku li Hewlêrê cihên jîngehên sivîl kirin armanc bi tundî şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan bibin yek.

DEM Partiyê di derbarê êrîşa ku rejîma Îranê li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li dijî kesên sivîl pêk anî de peyam belav kir.

Di peyama DEM Partiyê de wiha hate gotin:

“Em êrîşa Îranê ya li ser gelê Kurd a li Hewlêrê bi tundî şermezar dikin û teqez dikin ku em li gel gelê Herêma Kurdistanê ne. Ev êrîş û êrîşên li Rojava yên bi armanca tinekirina daxwazı azadiyê ya gelê Kurd in. Ev êrîşkar wê ti carî negihîjin armanca xwe. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşên tunekirinê bibin yek.