DEDASê elektirîka Cizîrê heta 3 rojan qut kir
11 hezîran 2022 14:11
PeyamaKurd – Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) elektirîka navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji bo sê rojan qut kir.
Li gor Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) diyar kir, heta 3 rojan elektrîk li seranserî wê navçeyê dem bi dem tê qutkirin.
Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê destnîşan kir, qutkirina elektirîkê şeva 10 Hezîrana 2022ê saet 00.00an destpê kiriye û heta saet 07.00ê sibehê elektirîk ji bo welatiyên navçeyê nayê dayîn û ev yek wê ji bo 3 rojan berdewam bike. Bi gotina DEDAŞê elektrîka welatiyan ji ber çaksaziyên di hêla elektrîkê de tê qutkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Wanê heta 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
27 sbt 2025
Jiyan
'Îran heta 12 rojan dikare bigihe asta çekirina çêkên atomî!'
01 adr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin