Dayika Ciwan Mehmûd li çarenûsa kurê xwe yê girtî digere
Yusra Elî, dayika xortê ciwan bi navê Ciwan Serhan Mehmûd, li ser nezelaliya çarenûsa kurê xwe ragihand, ku ew di 13ê Çileya 2025an de ji Holandayê ber bi bajarê Qamişlo yê Rojava ve çûbû. Wê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser red kiriye ku çarenûsa wî an jî cihê ku ew lê tê girtin eşkere bike.
RûpelNews - Di daxuyaniyek taybet de ji bo RûpelNewsê Yusra Elî, diyar kir ku kurê wê Ciwan heşt sal in li Holandayê dijî. Ew di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an de ji malê derket û di 5ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji Balafirgeha Frankfurtê derket.
Ew di 6ê Çileyê de bi rêya deriyê sînor yê Sêmalka gihîştiye Qamişlo.
'Li mala xalê xwe hat girtin'
Yusra Elî dibêje: "Çend demjimêr piştî ku ew di 13ê Çileya 2025an de li taxa Îstasyona Kevin (Meheta Kevin) a Qamişlo gihîşt mala xalê xwe, dewriyeke çekdarî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) êrîşî malê kir û bi zorê ew birin." û destnîşan kir ku "Ji wê rojê ve tevahiya malbatê nikarin tu têkiliyê pê re deynin."
Dayika wî wuha domand: "Kurê min, Ciwan, di 16ê Kanûna Pêşîn a 2000an de ji dayik bû. Ew xwendekarekî pir baş bû û li Akademiya Hêza Hewayî ya li Holandayê hatibû qebûlkirin. Biryar bû ku ew di Tîrmeha 2025an de bi fermî dest bi xwendina xwe bike. Destûra wî ya rûniştinê ya herdemi (daîmî) ya Holandayê hebû û ji bo hemwelatîbûnê serlêdan kiribû, lê ji ber nebûna wi li Holandayê ew negirt."
Wê her wiha diyar kir ku bi çend parêzer û çalakvanên mafên mirovan li Qamişlo re têkilî daniye û wan jî piştrast kirin ku kurê wê li girtîgeha (Elaya) tê girtin. Wê destnîşan kir ku "sedema girtina wî heta niha nehatiye eşkerekirin", û got ku li gorî wê hin rayedaran "hebûna wî di girtîgehê de înkar kirine".
Yusra Elî her dibêje ku doza kurê wê, digel 70 girtiyên din, ji bo berdanê, bo Dadgeha Parastina Gel re hatiye veguheztin. Ev yek piştî daxuyaniya Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Surîyeya Demokratîk (HSD) hat, ku di civînek bi komîteyek malbatên girtiyan û kesên winda dike de ji bo nîqaşkirina pêşkeftinên dawî di vê mijarê de, piştrast kir ku hewl li gorî demek diyarkirî berdewam dikin da ku pirsgirêk çareser bibe û girtiyan vegerînin malbatên wan.
Mezlûm Ebdî bal kişandibû ser berdewamiya plana berdana girtiyên li zindanên bakur û rojhilatê Sûriyê wekî beşek ji bernameya "paqijkirina zindanan".
'Derbarê sedema girtina wî tu agahî nadin'
Dayika Ciwan tirsên xwe yên li ser çarenûsa kurê xwe anî ziman û tekez kir ku "rêveberiyê heta niha red kiriye ku derbarê sedema girtina wî an jî cihê ragirtina wî de ti agahî bide wê. Ew ji mala xalê xwe hatiye revandin, û wan piştrast kiriye ku ew kesên ku êrîşî malê kirine ji Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) bûn."
Tê destnîşankirin ku hejmarek rêxistinên mafên mirovan bi fikar doza ciwanê bi navê Ciwan Sarhan Mehmûd dişopînin, ji ber ku ew piştrast dikin ku ev binpêkirina prensîbên mafên mirovan û binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî ye. Her wiha ew rayedarên ewlehiyê yên ku herêmê kontrol dikin berpirsiyar dibînin ji eşkerekirina çarenûsa Ciwan Serhan Mehmûd, misogerkirina ewlehiya wî ya derûnî û fîzîkî û berdana wî ya yekser.
