Daxuyaniya yekem a Erdogan a derbarê erdhejê de!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Erdogan derbarê erdhejên Mereş û Dîlokê de wiha got, “Hemû yekîneyên me yên pêwendîdar di bin koordînasyona AFADê de di nobetê de ne. Ekîbên me yên lêgerîn û xelaskirinê tavilê sewqî herêmên ku erdhej lê zerar dîtine hatin kirin.
Erdogan piştî erdheja bi lerza 7,4 a li navçeya Pazarcika Mereşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got:
"Ez ji hemû welatiyên me yên ku di erdheja ku li Mereşê pêk hat û li gelek deverên welatê me hat hîskirin re sersaxiyê dixwazim. Hemû yekîneyên me yên pêwendîdar di bin koordînasyona AFADê de di nobetê de ne.
Ekîbên me yên lêgerîn û xelaskirinê tavilê sewqî herêmên ku erdhej lê zerar dîtine hatin kirin. Wezareta me ya Navxweyî û Tenduristiyê, AFAD, Parêzgarî û hemû saziyên din bi lez û bez dest bi xebatên xwe kirin. Xebatên ku piştî erdhejê hatine destpêkirin jî em koordîne dikin. Em hêvî dikin ku em ê di zûtirîn demê de û bi kêmtirîn zerarê vê felaketa ku em bi hev re dijîn derbas bikin û xebatên xwe bidomînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin